23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Dadgeh

    Dadgeha Bilind biryara îdamê li 27 beşdarên komkujiyê birî

    © Sputnik/ Maksim Bogodvid
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Wek tê zanîn li bajarê Tikrît ê Iraqê milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê komkujiya Spykerê kiribûn, di komkujiyê de bi sedan xwendewan û wezîfedarên dibistana leşkerî hatibûn kuştin.

    Dadgeha Navendî ya Tawanê di derbarê 27 kesên ku beşdarî wê komkujiyê bûne, cezaya darvekirinê da. Berdevkê Rêveberiya Darizandina Bilind a Iraqê Ebdusetar Bayraqtar îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Dadgeha Navendî ya Tawanê derbarê 27 kesên ku beşdarî komkujiya Spykerê bibûn cezaya darvekirinê da.

    Li gorî daxuyaniya Ebdusetar Bayraqtar, dadgehê 25 gumanbar jî ji ber nebûna delîlan serbest berdane. Dadgeha Navendî ya Tawanê di sala 2015an de bi hinceta ku beşdarî komkujiyê bûne, 180 kes girtibûn.

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di Hezîrana 2014an de ji Dibistana Leşkerî ya Spykerê ya li Tikrîtê bi sedan xortên ku piraniya wan şîe bûn revandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Bila Tirkiye leşkerên xwe ji nav axa me bikşîne
    Hevdîtinên cudabûna Iraq û Kurdistanê bi fermî destpê dikin
    ‘Iraq weke dewlet nikare yan jî naxwaze me biparêze'
    Wezîrê Parastinê: Artêş destûrê nade Iraq perçe bibe
    Iraq: Em ê di çend saetan de mizgîniya şerê Mûsilê ragihînin
    Serokomar: Bila Iraq bibe du herêman
    Etîketan:
    DAIŞ, Dadgeha Navendî ya Tawanê, Ebdusetar Bayraqtar, Tikrît, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de