23:04 23 Îlon 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Ji xeynî parçebûnê em dikarin li ser her tiştî bi şandeya Kurdistanê re biaxivin

    © AP Photo/ Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 2301

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku ew pêşwazî li serdana şanda Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê dikin bi mercê ku gotûbêj di çarçoveya desthilatên hikûmeta federalî de bin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 8ê Tebaxê di konfransa xwe ya rojnamevanî ya heftane de li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê rawestiya û got: "Referandûma Herêma Kurdistanê mijareke eşkere ye, hemû alî behsa wê dikin û ji ti kesî re tiştekî veşartî nîne. Hinek ji welatiyan jî piştevaniya encamdana referandûmê dikin."

    Ebadî da xuyakirin: "Em dikarin li gel şanda Herêma Kurdistanê gotûbêjê li ser her mijarekê bikin, ya girîng ev e ku em çawa bikarin ber bi pêş ve pêngavan bavêjin. Hikûmeta Iraqê desthilatên wê diyar in, ku çi ne û cudabûna beşek ji Iraqê di desthilata me de nîne."

    Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser yekparçeyiya axa Iraqê kir û diyar kir: "Bi piştevaniya xwedê helwesta me di paşerojê de naguhere û em rijdin li ser yekîtiya xaka Iraqê."

    Tê çaverêkirin şandeya danûstandinên bi hikûmeta Iraqê re ku ji aliyê Konseya Bilind a Referandûmê ve hatiye destnîşankirin, hefeteya pêşiya me serdana Bexdayê bike.

    Di şandeyê de Roj Nûrî Şawêys, Fuad Hisên, Seidî Ehmed Pîre, Mihemed Ehmed, Macid Osman, Romiyo Hekarî û Viyan Dexîl cih digirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyê şêwirmendê leşkerî yê Îranê hat kuştin
    Êrîşî qereqola Cendermeyan a Nisêbînê kirin: Leşkerek birîndar bû
    Li Rûsyayê felaketa lehiyê: Li ser avê asê man
    Pûtîn: Em garantîya ewlekarî û serxwebûnê didin
    ‘Hêzên koalîsyonê bajarên Sûriyeyê rizgar nakin, tune dikin'
    Etîketan:
    kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de