01:10 26 Îlon 2017
Zindî
    Irak ordusu

    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Amadekariyên operasyona rizgarkirina Telaferê ya Iraqê ji DAIŞê dewam dike. Fermnadarê hêza Heşdî Şebî Elî Haşim Huseynî ji Sputnikê re axivî û ragihand ku operasyona kontrolkirina Telaferê di demeke nêz de dest pê dike û dê Heşda Şebî bi awayeke aktîf beşdarî operasyonê bibe.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Artêşa Iraqê hatin wergirtin, Artêşa Iraqê bi Heşdî Şebî re di demeke nêz de bo rizgarkirina Telaferê operasyon bidin destpêkirin. Herwiha dê hêzên Pêşmerge beşdarî operasyonê nebin.

    Wezareta Parastin a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona rizgarkirina Telaferê di demeke nêz de dê destpêbike.

    Di derbarê mijarê de Fermnadarê hêza Heşdî Şebî Elî Haşim Huseynî ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku operasyona Telaferê di demeke nêz de dê destpêbike û wiha pê de:

    'EM RÊZÊ LI DAXWAZA TIRKMENAN DIGIRIN'

    "Herkêlîkê dibe operasyon dest pê bike. Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî amadekariyê xwe yên dawî bo operasyonê pêk anîn. Bo destpêkirina operasyonê em li benda fermana Serfermandar Heyder el Ebadî ne. Hêzên Pêşmerge dê beşdarî operasyonê nebin. Balafirên şer ên Iraqê jî dê piştgiriya operasyonê bikin. Li Telaferê gelek DAIŞî hene. Em dikarin bibêjin ku bi sedan militan li Telaferê hene. Paqij kirina DAIŞê ji Teleferê geşedaneke gelek mezin e. Telafer ciheke girîng e. Ji ber Telefer nêzî Mûsil û sînorê Sûriyeyê ye gelek stratejîk e. Li Telaferê sivîl jî hene. Beriya DAIŞê 750 hezar kes dijiyan."

    Huseynî destnîşan kir ku beşdarbûna hêza Heşdî Şebî bo operasyona Telaferê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatiye erêkirin û rêzê li daxwaza tirkmenan ku dixwazin beşdarî operasyona Telaferê bibin, digirin û hêza Heşda Şebî hêzeke fermî ya Iraqê ye.

    Bi heman mijarî:

    8 gundên Telaferê ji DAIŞê hat rizgarkirin
    Waliyê Telaferê yê DAIŞê hat kuştin
    Digel Tirkiyeyê jî wê milîsên şie yên iraqî di operasyona Telaferê de cih bigirin
    Operasyona mezin a bajarê Telaferê dest pê kir
    Etîketan:
    DAIŞ, operasyon, Sputnik, Ali Haşimi Huseynî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de