14:42 19 Îlon 2017
Zindî
    Gora Komî ku li nêzî gundê Rûjû yê ku dikeve başûrê bajarê Mûsilê hat dîtin.

    Di gorekî komî de termê 550 leşkeran hat dîtin

    © Sputnik/ Nazek Muhammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Hate ragihandin ku hêzên ewlekariya Iraqê li bajarê Tikrîtê goreke komî ku termê 550 leşkeran tê de dîtine.

    Li gorî daxuyaniya fermandeyên Heşda Şebî, ew serbazên iraqî di Hezîrana sala 2014an de ji aliyê milîtanên DAIŞê ve hatine kuştin û piştre jî ew xistibûne nav goreke bi kom.

    Femandeyê Heşda Şebî Mûîn Kazimî diyar kir ku ew pêşbînî dikin hejmara termên nav wê gora bi kom zêdetir bin û bigihîje hezar terman.

    Kazimî got: "Xizmê qurbaniyan ku ji hemû pêkhateyên Iraqê ne, îro li vir in. Heta niha me di vê gora bi kom de 550 term derxist û radestê malbata wan kir. 200 kes hê jî piştînîna DNAyê ji wan re nehatiye kirin. Beriya 2 hefteyan me 150 termên din dîtin. Dibe hejmara terman bigihe hezarî."

    Di Hezîrana 2014ê de milîtanên DAIŞê bajarê Tikrîtê kontrol kirin. Li wî bajarî serbazgeha Spyker hebû ku hezar û 700 serbaz di wê serbazgehê de bûn. 12ê Hezîrana 2014an rêxistina DAIŞê êrîşê Serbazgeha Spyker kir û zêdetirî hezar û 200 leşkerên Iraqî yên Şîe gulebaran kir. Piraniya wan leşkeran li serbazgehê perwerde û rahênan didîtin. DAIŞê dîmenên vê komkujiya bixwîn belav kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Li bexçeyê nexweşxaneyê gora komî
    Rûsya: "Li Helebê gora komî hat dîtin"
    RTyê dîmênên gora komî ya bajarokê Sulukê ku ji DAIŞê hat paqijkirin par ve kir
    ŞENGAL- Gora komî ya 6emîn: 110 kurdên êzidî
    Li Şengalê 10 gorên komî hatin dîtin
    5 gorên komî yên aîdî êzdiyan li Şingalê hat dîtin
    Etîketan:
    komî, gor, leşker, DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de