04:36 21 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Artêşê ji bo operasyona mezin amadehiyên xwe qedandin

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 80 0 0

    Wezareta Parastin a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo operasyona rizgarkirina navçeya Telaferê ji destê DAIŞê amadehiyên artêşê qediyan.

    Wezareta Parastin a Iraqê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku hemû yekîneyên leşkerî yên artêşê amadehiyên xwe qedandin, dê rêxistina Heşdî Şebî jî bi awayekî aktiv tevlî operasyonê bibe û balafirên şer ên Iraqê jî wê bi rêya hewayî hedefên rêxistina terorîst bombebaran bike.

    Herwiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî du roj berê li Bexdayê di axaftineke xwe ya çapemeniyê de gotibû: "ji bo operasyona rizgarkirina navçeya Telaferê ji destê DAIŞê hemû amadehî qediyan."

    Navçeya Telaferê 63 kîlometro li rojavayê Mûsilê dikeve û di 16ê Hezîrana 2014an de ji aliyê milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatibû dagirkirin.

    Bi heman mijarî:

    Operasyona mezin a bajarê Telaferê dest pê kir
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Ebadî: Heşda Şebî beşdarî operasyona Telaferê dibe
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    Parlamenterê tirkmen: DAIŞê li Telaferê jin û zarok jî di nav de 200 tirkmen qetil kir
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, DAIŞ, Heyder Ebadî, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de