13:55 26 Îlon 2017
Zindî
    Bexda

    Ji ber referanduma serxwebûnê kurd ji bajêr têne derxistin

    © AFP 2017/ SABAH ARAR
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 18304

    Li gorî çabkaniyên herêmî, ji ber referanduma serxwebûna Kuridstanê kurdên feylî ji Bexda û bajarên din ên Iraqê bi darê zorê tên derxistin. Kurd ji neçarî mal û milkên xwe dihêlin.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, ji roja ku referanduma serxwebûna Kurdistanê hatiye ragihandin li Bexda û bajarên din ên Iraqê zor û zexta li dijî kurdên feylî zêdetir bûye. Beşek ji kurdên feylî yên bi eşkere gef li wan hatiye xwarin, niha hatine Silêmaniyê. Bi gotina wan, di nava rojê de grûbên çekdar çûne ser malên wan û gotine: "Heke hûn Bexdayê neterikînin, em ê we bikujin."

    Yek ji wan kesên ku ji Bexdayê hatiye derxistin, kurdê bi navê Selah Hesen e. Ew bi malbata xwe ve li Silêmaniyê bi cih bûye û dibêje: "Piştî biryara referandumê, jiyana kurdên feylî li Bexdayê zahmet bûye. Ji me re gotin li Bexdayê nemînin, herin Kurdistanê. Çima hûn li vir in? Mal û karê me li Bexdayê ye lê em bi neçarî hatine vê derê. Ma ji bilî Kurdistanê herin ku derê?"

    Herwiha Nezîre Îsmaîl jî di axaftina xwe de dibêje: "Nameyek danîne ber deriyê min, di wir de nivîsandibûn, eger di 24 seetan de ji Bexdayê dernekevî, em ê te perçe perçe bikin. Tu sîxurê kurd û yê Amerîkayê yî. Bira ez sîxurê çi me?"

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtinên cudabûna Iraq û Kurdistanê bi fermî destpê dikin
    ‘Iraq weke dewlet nikare yan jî naxwaze me biparêze'
    Wezîrê Parastinê: Artêş destûrê nade Iraq perçe bibe
    Iraq: Em ê di çend saetan de mizgîniya şerê Mûsilê ragihînin
    Serokomar: Bila Iraq bibe du herêman
    Etîketan:
    Kurd ji bexdayê bi darê zorê têne deranîn, Nezîre Îsmaîl, Selah Hesen, Kurdistan, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de