23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Teqîn - Dîlok - Entap

    Di definkirina cenaze de teqîn: 3 kuştî û 2 birîndar

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 28401

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Rûmadî yê bi ser parezgara Enbarê di definkirina cenazeyê jinekê de teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

    Serokê Komîteya Parastina Meclîsa Enbar a Iraqê Neîm El-Giûd di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de got: "Li bakurê Rûmadî ya parêzgeha Enbarê di definkirina cenazeye jinekê de teqîn pêk hat."

    Neîm El-Giûd di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku di encama teqînê de 3 kesên sivîl ku tevlî merasîma definkirinê bibûn jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

    Wek tê zanîn rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2015an de bajarê Rûmadiyê dagir kiribûn, hem gelek sivîlên bêguneh qetil kirin û hem jî mayîn û teqemenî binerd kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtinên cudabûna Iraq û Kurdistanê bi fermî destpê dikin
    ‘Iraq weke dewlet nikare yan jî naxwaze me biparêze'
    Wezîrê Parastinê: Artêş destûrê nade Iraq perçe bibe
    Iraq: Em ê di çend saetan de mizgîniya şerê Mûsilê ragihînin
    Serokomar: Bila Iraq bibe du herêman
    Etîketan:
    Di definkirina cenaze de teqîn, Serokê Komîteya Parastina Meclîsa Enbar a Iraqê, Neîm El-Giûd, Rûmadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de