00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Gora Komî ku li nêzî gundê Rûjû yê ku dikeve başûrê bajarê Mûsilê hat dîtin.

    Cenazeya 40 kesan ji goreke komî hat derxistin

    © Sputnik/ Nazek Muhammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Li bajarê Ramadî ku dikeve rojavayê Iraqê, gorekî komî ku cenazayê 40 kesan tê de hebûn û tê texmînkirin ku kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin, hat dîtin

    Serokê Şaxa Şehîdên Enbarê yê girêdayê Serokwezîrtiya Iraqê Omer Nurî di derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku, "Li herêma Et-Taşê ku dikeve başûrê Ramadî, gorekî komî ku tê de cenazeye 40 kes hebûne dîtine."

    Nurî destnîşan kir ku cenazeyên ku li gorî dîtine, tê payîn kesên ku ji aliyê DAIŞê ku kontrola bajêr 2015an temamî bi dest xistibû ve hatine kuştin.

    DI SERÊ WAN DE ŞOPA BERIKÊ HATIN DÎTIN

    Nurî eşkere kir ku temamiya cenazeyan rizîne û di serê wan de şopa berikan dîtine, ji bo tespîtkirina nasnameyan cenazeyan şandine tipa edlî.

    DAIŞê bajarê Ramadî ku girêdayî wîlayeta Enbarê ye di 18ê Gulana 2015an de kontrol kiribû. Di operasyona Artêşa Iraqê di 28ê Berfenbara 2015an ji DAIŞê hatibû rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Li Helebê gora komî hat dîtin"
    RTyê dîmênên gora komî ya bajarokê Sulukê ku ji DAIŞê hat paqijkirin par ve kir
    ŞENGAL- Gora komî ya 6emîn: 110 kurdên êzidî
    ‘Lubnanî neviyên Kenanîyên ku li gor Încilê winda bûne ne’
    Etîketan:
    cenaze, komî, gor, Omer Nurî, Irak
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de