06:38 20 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Parlamenterên kurd parlamento boykot kirin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 80 0 0

    Hat ragihandin ku hemû parlamenterên grûbên kurd ji ber pesendkirina qanûnekê Parlamentoya Iraqê boykot kirin.

    Parlamentera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ragihand ku ew boykotkirin ji ber projeyasaya birîkarên bazirganiyê bûye ku li gorî wê yasayê Bexda îtirafê bi wan kompaniyan nake, yên ku li Kurdistanê navê wan hatine tomarkirin û divê navê wan li Bexdayê bihê tomarkirin.

    Eşwaq Caf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tevahiya fraksiyonên Kurdistanî wê yasayê red dikin û wê yekê wekî zilmeke mezin derheqê Herêma Kurdistanê de dibînin û tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku divê tomarkirina navê kompaniyan li Herêma Kurdistanê be."

    Caf di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku rêjeya yasayî ya amadebûyan di parlamentoyê de kêm bimîne parlamenterên kurd civîna parlamentoyê terikandin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoya Iraqê: Projeya perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin
    Parlamentoya Iraqê Roja Enfalê weke Roja Niştimanî ya Iraqê ragihand
    'Dibe ku jineke Kurd bibe Seroka Parlamentoya Iraqê'
    Parlamentoya Iraqê hewl dide ku Waliyê Kerkûkê Kerîm ji wezîfê dûr bixe
    Dijberiya Ala Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê şîe û sunî kirin yek
    Etîketan:
    Parlamentoya Iraqê, Goran, YNK, PDK, Eşwaq Caf, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de