21:50 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Seddam Hisên

    Iraqê pereyên serdema Sedam wergirtin

    © AFP 2017/ MIKE NELSON
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Hat ragihandin, Iraqê 131 milyon dolarên li beramberî petrolê di heyama Serokê hilweşiyayî yê Iraqê Sedam Hisên de nehatibû dayîn ji Neteweyên Yekbûyî (NY) wergirtiye.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ahmed Cemal bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ‘Me 131 milyon dolarên ji aliyê NYyê ve hatibû desteserkirin, tevî faîza wê ya 6 salan wergirt.'

    Di daxuyaniyê de hat zanîn ku piştî hewildanên domdirêj ên digel Sekreteriya Giştî ya NYyê wan kariye wî pereyî paşve bistînin.

    Piştî destwerdana Sedam Hisên a 2yê Tebaxa 1990î li Kuwêytê NYyê ambargo danîbû ser Iraqê û Konseya Ewlekariya NYyê tenê bi awayekî sînordar destûra îxrackirina petrolê dabû ku ew jî ji bo standina xurek û dermanan bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Sedir: Malikî bi Hewlêrê re şer kir, Ebadî dîplomasiyê dike
    UNESCOyê li ser kuştina peyamnêrê RTyê daxuyanî da: ‘Tawana şer e’
    Serokwezîr bi êzidiyên rizgarbûyî re civiya û soz da wan
    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû
    ‘Artêşa Sûriyeyê çend gund û herêmên başûrê Reqayê kontrol kirin
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de