00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Bexda

    Bîlançoya meha tîrmehê: 241 kuştî û 271 birîndar

    © REUTERS/ / KHALİD AL MOUSİLY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, li seranserê Iraqê di bûyerên tund û tujî yên meha tîrmehê de 241 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) di raporta xwe ya mehane de ragihand ku li Iraqê di bûyerên êrişên xwekujî û terorî yên meha tîrmehê de 241 kesî jiyana xwe ji dest da û 271 kes jî birîndar bû.

    Li gorî raportê cihê ku herî zêde bûyerên kuştinî lê qewimîn bajarê Mûsilê ku demek berê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatibû derxistin bûn. Li gorî raportê di meha tîrmehê de li Mûsilê 121 kes hatin kuştin û 112 kes birîndar bûn, li Bexdayê 38 kuştî û 85 birîndar û li Enbarê jî 33 kes hatin kuştin û 49 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê êriş: Herî kêm 23 mirî
    Fermandarê iraqî: DAIŞ têkçûyîna xwe yê li Mûsilê bide jibîr kirin êrişî Bexdayê dike
    Tirkiyeyê êrîşên li Bexdayê şermezar kirin
    Li Bexdayê tankêr hat teqandin: 15 mirî, 26 birîndar
    Zavayê Trump ku şêwirmendê Qesra Spî ye serdana Bexdayê kir
    Etîketan:
    Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI), Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de