21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - Taxa Gorcelîlê

    Operasyona mezin a bajarê Telaferê dest pê kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 124 0 0

    Rêxistina Heşdî Şebî ku ji milîsên şîe pêk tên di daxayaniya xwe de ragihand ku operasyona bajarê Telaferê dest pê kir.

    Rêxistina Heşdî Şebî ku ji milîsên şîe pêk tê û Îranê piştgiriya wan dike di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo gund û herêmên derdora bajarê Telaferê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê werin derxistin operasyon hat destpêkirin.

    Li gorî daxuyaniyê 17 gundên başûrê rojhilatê Telaferê ji dest rêxistinê hatin deranîn, herwiha Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer jî operasyon û rizgarkirina 17 gundan serast kir.

    Li gorî agahiyên Cebar Yawer, wê operasyona Telaferê ji ya Mûsilê hêsantir be ji bo ku li bajarê Telaferê piştgiriya lojîstîk a rêxistina terorîst a DAIŞê tuneye.

    Tê pêşbînîkirin ku li Telaferê derdora hezar milîtanên terorîst ên DAIŞê mane û 40 hezar hêzên ewlehî yên Iraqê tevlî operasyonê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Heyeteke hevpar a Pêşmerge û artêşa Iraqê çûne Amerîkayê
    Tillerson fedekarîya Pêşmerge û artêşa Iraqê pîroz kir
    Artêşa Iraqê serkeftina xwe li Mûsilê ragihand
    Ebadî artêşa Iraqê ji ber ‘serkeftina mezin’ pîroz kir
    Artêşa Iraqê mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihand kontrol kir
    Artêşa Iraqê nêzî mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihandibû, bû
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de