13:32 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Amadekariyên operasyona kontrolkirina Telaferê ya Iraqê ji DAIŞê dewam dike, lê rayedarên Tirkmenan naxwazin ku Heşdî Şebî beşdarî operasyona li bajarê Telaferê ku piraniya wê tirkmên in, bibe. Rêveberê Cepheya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf ji Sputnikê re axivî û ragihand ku naxwazin Heşdî Şebî beşdarî operasyona Telaferê bibe.

    Hikmet Durgun

    Li gorî haydariyên ku ji rayedarên Artêşa Iraqê hatin wergirtin, dê Artêşa Iraqê bi hêzên Heşdî Şebî re operasyona kontrolkirina Telaferê ji DAIŞê pêk bîne. Lê rayedarên Tirkmenan, ji ber piraniya Telaferê sunî ne, bertek dan beşdarbûna operasyonê ya hêzên Heşdî Şebî.

    'DIVÊ HÊZÊN HERÊMÎ BEŞDARÎ OPERASYONÊ BIBIN'

    Parlamenterê Herêma Kurdistanê û Rêveberê Cepheya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku naxwazin hêzên Heşdî Şebî beşdarî operasyona rizgar kirina Telaferê ji DAIŞê bibe û got: "Em jî dixwazin ku Telafer ji DAIŞê were rizgarkirin. Piştî operasyonê Tirkmen dikarin vegerin ser mal û milkên xwe. Divê artêşa Iraqê û polîsên Telaferê beşdarî operasyonê bibin. Telafer bajarê Tirkmenan e û bo me jî gelek girîng e."

    Marûf destnîşan kir ku dibe Heşdî Şebî di bin bandora meshebî de bimîne û ev yek jî zerarê dide operasyonê û wiha pê de çû: "Li gorî ku sozên dan me, dê Artêşa Iraqê û hêzên herêmî beşdarî operasyona Telaferê bibin. Ji bilî van hêz beşdar bibin sozê ku dan me bicih naynin. Cepheya Tirkmenan ji bo operasyona Telaferê li Bexdayê bi hêzên Iraqê re hevdîtin pek anîn. Beşdarbûna hêzên din bo operasyone ne tenê zerarê dide Tirkmenan dide hemû aliyan."

    'BEŞDARBÛNA HEŞDÎ ŞEBÎ JI ALIYÊ EBADÎ VE GUNCAW HAT DÎTIN'

    Fermandarê Heşdî Şebî Elî Haşîm Huseynî ji Sputnikê re axivî û ragihand ku hêzên Heşdî Şebî jî dê beşdarî operasyona Telaferê bibe û ev yek jî ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî ve guncaw hat dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Heşdî Şebî: Niha ne dema referandumê ye
    Kurdên şebek ji ber gefên rêxistina Heşdî Şebî newêrin vegerin malên xwe
    ‘Heşdî Şebî ji bo li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve li Şingalê bi cih bûye'
    Fermandarê amerîkî ji bo Pêşmerge Heşdî Şebî hişyar kir
    Etîketan:
    tirkmen, krîz, operasyon, DAIŞ, Sputnik, Elî Haşîm Huseynî, Aydin Merûf, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de