08:18 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokomarê Iraqê Fûad Masûm

    Fûad Masûm: Referandûm nayê maneya serxwebûnê

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Serokomarê Iraqê yê Kurd Fûad Masûm li ser referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê got ku referandûm nayê wateya ragihandina serxwebûnê.

    Mihail Bogdanov
    © Sputnik/ Владимир Трефилов
    Li gor daxuyaniya Nivîsgeha Serokomariya Iraqê Fûad Masûm daxwaz kir ku kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalogê werin çareserkirin.

    Serokomariyê ragihand, Serokomar Fûad Masûm ji ber rizgarkirina Mûsilê û serkeftina dijî terorîstên DAIŞê bi nûnerên biyanî û dîplomatên li Bexdayê re, li Koşka Selam civîya.

    Masûm di civînê de li ser referandûma Herêma Kurdistanê û kêşeyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de jî axivî.

    Serokomar Masûm wiha axivî: "Referandûma ku bi lihevkirin û ferasetekê pêk were, nayê wateya ragihandina serxwebûnê. Pêwîst e Hewlêr û Bexda dîyalogê bidomînin û bipêş bixin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji dîyalogê pê ve ti rêyeke din nîne."

    Masûm di berdewamê de got, divê ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ku madeya 140 jî tê de, serî li destûra Iraqê bidin.

    Hêjayî bîrxistinê ye Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya 26ê Tîrmehê de, referandûm li dijî destûra Iraqê nirxandibû û gotibû, ew encama wê qebûl nakin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Mueyîdeyên Amerîkayê ji binî ve ne meşrû ne
    Li Hindistanê bebek ducanî hat dinyayê
    Hejmara dengdêrên referandûmê eşkere bû: 6 milyon
    Vegera Şarapova li WTAyê bêhempa bû
    Balyozê Îsraîlî bo Spûtnîkê: Me Golan bida niha Hizbûllah û leşkerên Îranê li wir bûn
    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de