08:14 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Milîsên Heşdî Şebî

    Ebadî: Heşda Şebî beşdarî operasyona Telaferê dibe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 2610

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku dê Heşda Şebî û Heşda Eşayîrî beşdarî operasyona kontrolkirina Telaferê bibin, da ku di bin kontrola DAIŞê de ye.

    Serokwezîr û Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî li Bexdaya paytextê Iraqê di merasimekê da xeberda û diyar kir dê hemû hêzên çekdar beşdarî operasyona kontrolkirina Telaferê bibin.

    Heyder Ebadî diyar kir ku plana kontrolkirina Telaferê amade ye, lê dema destpêkirina wê operasyonê eşkere nekir.

    Ebadî derbarê hêzên beşdarî operasyona Telaferê bibin de destnîşan kir ku dê Hêzên Heşda Şebî û Heşda Eşayîrî beşdarî wê operasyonê bibin.

    Ev daxûyaniya Serokwezîrê Iraqê di demekê de ye ku beriya niha hem Tirkiyeyê û hem jî Amerîkayê dilgiraniya xwe li hemberî beşdarbûna Heşda Şebî ya di operasyona Telaferê de diyar kiribûn.

    Telafera 63 kîlomêtro li rojavayê Mûsilê û 82 kîlomêtro li başûrê sînorê Tirkiyeyê ye û di 16ê Hezîrana 2014an de ketibû destê DAIŞê.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê tirkmen: DAIŞê li Telaferê jin û zarok jî di nav de 200 tirkmen qetil kir
    8 gundên Telaferê ji DAIŞê hat rizgarkirin
    Waliyê Telaferê yê DAIŞê hat kuştin
    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe
    Digel Tirkiyeyê jî wê milîsên şie yên iraqî di operasyona Telaferê de cih bigirin
    Etîketan:
    operasyon, Heyder El- Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de