23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Iraq - Alaya Iraqê

    Rêberê Şîayên Iraqê partiyeke nû damezirand

    © Sputnik/ NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokê Encumena Bilind a Îslamê ya Iraqê Emar Hekîm bi fermî ji partiya xwe cuda bû û şeva borî li paytexta Iraqê Bexdayê damezirandina partiya bi navê “Bizava Hîkmeta Niştimanî” ragihand.

    Emar Hekîm 24ê Tîrmehê di civîneke rojnamevanî de ragihandibû ku wî dest ji karê xwe yê Serokatiya Encumena Bilind a Îslamê ya Iraqê berda ye.

    Hekîm got: "Pêwîstiya me bi bizaveke nû heye ku projeya niştimanî pêşkêş bike. Ji ber vê jî em Bizava Hîkmeta Niştimanî radigihînin ku bizaveke nû ya siyasî ya Iraqê ye."

    Hekîm da xuyakirin: "Nabe ku li Iraqê ciyawaziya tiwêjan hebe. Divê gendeliya li Iraqê bi dawî bibe û serweta Iraqê bi awayekî wekhev were dabeşkirin."

    Emar Hekîm herwiha spasiya rola Îranê û Rêberê wê Elî Xamaney kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Îdiayên ‘Rûsya Talîbanê biçek dike’ dezenformasyon e
    Mesûd Barzanî serokê nû yê Tevgera Goranê pîroz kir
    Li Sûrîyeyê şerê li hember terorê berdewam dike
    Kremlînê daxuyaniya Erdogan piştrast nekir
    Demirtaş bersiv da pirsa gelo hûn ê çi wext bên berdan?
    Pûtîn: Hevkariya teknîkî-leşkerî ya bi Iraqê re bi awayeke aktîf dewam dike
    Li Amedê operasyon: Zêdetirî 60 kesî hatin desteserkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de