05:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye

    © AP Photo/ Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 32 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, neyasayî, nedestûrî û nerewa ye û ew weke hikûmeta Iraqê nîqaşê pê re nakin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî danê êvarî li Bexdayê di konfranseke rojnamevanî de behsa hilbijartinên dahatî yên Iraqê û referandûma Herêma Kurdistanê û operasyona kontrolkirina Tileferê kir.

    Li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Heyder Ebadî îdia kir ku ew referandûm nedestûrî û nerewa ye.

    Ebadî got: "Referandûma Kurdistanê, nedestûrî û nerewa ye û em serederiyê li gel nakin."

    Ebadî herwiha red kir ku niyeta çêkirina lîsteke nû ya hilbijartinê yan damezrandina tevgereke nû ya siyasî bike û da xuyakirin, ku ew hêj hizra hilbijartinan nakin, ji ber ku bi gotina wî hêşta beşek ji xaka Iraqê maye, ku nehatiye kontrolkirin.

    Derbarê kontrolkirina navçeya Tilefer a Mûsilê de ku hêj di kontrola mîlîtanên DAIŞê de ye, Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê destnîşan kir ku planek taybet bo kontrolkirina Tileferê hatiye danîn.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin
    Mûeyed Teyib: Raya giştî ya cîhanê ligel referandûma Kurdistanê ye
    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin
    ‘Partiyên bakûr, piştgirê referandûma serxwebûna başûr in'
    Balyozê Sûriyê: Şam ji bo referandûma Kurdistanê destwerdanê li Iraqê nake
    Etîketan:
    DAIŞ, nerewa, serxwebûn, referandûm, Haydar el-Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de