19:27 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Nuri el Malikî

    Malikî: Em dixwazin hêzeke leşkerî ya berçav a Rûsyayê li Iraqê hebe

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê berê Nûrî Malikî diyar kir, ew dixwazin hêzeke leşkerî ya berçav a Rûsyayê li Iraqê hebe.

    Malikî piştî hevdîtina Seroka baskê jor a Parlamenta Rûsî Valentina Matviyenko ragihand ku ew dixwazin Rûsya li welatê wan hêzeke berçav a leşkerî û siyasî bi cî bike.

    Nurî Malikî di civîna rojnamevanî de wiha axivî: "Tê zanîn ku raboriya pêwendiyên Rûsya û Iraqê kevn e. Lewma jî me dixwest hêzeke leşkerî û siyasî ya berçav a Rûsyayê li Iraqê hebe. Bi vî awayî dê ji bo herêmê û gelê me hevsengiyeke sûdewar pêk were."

    Malikî herwiha destnîşan kir, ew dixwazin bi Rûsyayê re hevkariya di warên hilberîna enerjiyê, elektrikê û petrolê de bihêz bikin û got, ‘Ev hevkariya zanistî, burs, perwerdehiya zanîngehan, aborî û bazirganiyê jî vedihewîne nav xwe.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê otomobîlekê ajot ser qelebalixê: 2 kes mirin
    Rûsya: Em plan dikin li Idlibê herêmên kêmkirina rageşiyê ava bikin
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    Li wî bajarê Tirkiyê operasyona DAIŞê: 5 kes hatin binçavkirin
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Etîketan:
    Rûsya, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de