15:17 21 Hezîran 2018
Nuri el Malikî

Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe

© AP Photo / Khalid Mohammed
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî ragihand ku parçekirina Sûriyeyê tê wateya tevahiya parçebûna Rojhilata Navîn û bangî Rûsyayê kir ku nehêle ev yek pêk were.

Malikî beriya hevdîtina li Moskowê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re ji rojnamegeran re axivî û ji ber nêrîna li Rojhilata Navîn a Rûsyayê sipasiya xwe pêşkeş kir.

Malikî diyar kir ku beriya niha li Bexdayê bi Lavrov re hevdîtin pêk anîne û got: "Di wî hevdîtinê de jî min gotibû ku Rûsyayê di mijara Sûriyeyê de divê rol bigire û rê nede ku parçe bibe. Lewre parçebûna Sûriyeyê, tê wateya parçebûna Rojhilata Navîn."

Malikî destnîşan kir ku bo parastina rewşa niha yê li herêmê, hêviyên ji Rûsyayê gelek mezin in.

LAVROV: MOSKOW, PIŞTGIRIYA HEWLDANÊN LI DIJÎ TERORÎZMÊ YA BEXDAYÊ DIKE

Lavrov di hevdîtinê de ji Malikî re eşkere kiriye ku Moskow piştgiriya hewldanên li dijî terorîzmê ya ji bo aştî û îstîqrara Iraqê ya Bexdayê dike.

Lavrov ragihand ku bi awayeke ne îzole, bi hewldanên hevpar ya civaka navneteweyî, ne tenê li Iraqê li Sûriyeyê, Libya,Yemenê û welatên din hewldanên mezin bo tunekirina gefa terorî tên dayîn. Herwiha Moskow hevkariya xwe yê bi Iraqê re dixwaze baştir bike.

Bi heman mijarî:

Ji bo dadgehkirina Nûrî Malikî kampanya hat destpêkirin
‘Malikî hewla xwe ya li dijî referanduma Kerkûkê derxist asta herî bilind'
Malikî: Referandûma serxwebûnê 'fitneya dabeşkirina Iraqê ye'
‘Nurî Malikî ji hêrsa nava xwe êrişî Kurdistanê dike'
SHKê bersiva Nûrî Malikî da: Vaye meydan were xwe biceribîne
Etîketan:
hevkarî, terorîzm, parçe, Sergey Lavrov, Nûrî El Malikî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de