13:37 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Derîyê Sînor ê Iraq û Îranê

    Wezîrê Parastinê: Artêş destûrê nade Iraq perçe bibe

    © AFP 2017/ HAIDAR MOHAMMED ALI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 72 0 0

    Wezîrê Parastin ê Iraqê Irfan Mehmûd Elheyalî li Tehranê ligel hemkarê xwe yê îranî ragihand ku artêşa Iraqê destûr nade axa wê were perçekirin.

    Wezîrê Parastin ê Iraqê Irfan Mehmûd Elheyalî li Îranê di civîna li gel nûnerê rêberê Îranê û Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî Elî Şemxanî de ragihand ku artêşa Iraqê rê nade ti helwesteke neyasayî ya ji bo parçekirina Iraqê.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, Irfan Mehmûd Elheyalî di vê civînê de ji Elî Şemxanî re gotiye: "Artêşa Iraqê bi şêweyeke serbixwe û bi piştgirêdana bi ezmûna salên bihorî rûbirûyê her dijminkarî û dagîrkirineke bo ser xaka xwe ve dibe û rê jî nade ti fitneyeke nû û rêkarên neyasayî yên ji bo parçekirina Iraqê."

    Sekreterê Encumena Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî jî di vê civînê de ragihandiye ku parastina serweriya niştimaniya Iraqê û yekîtiya xaka wê, asayiş û îstiqrar û berjewendiya giştî ya netew û pêkhateyên Iraqê diparêze."

    Elî Şemxanî bi şêweyê nerasterast behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê jî kiriye û gotiye: "Arasteya hewldan bo parçekirinê, zemîneyê bo berfirehbûna temahkariya dijminên Iraqê çê dike û dibe sedema derfetê bo nemana ewlehî û îstiqrara Iraqê jî."

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Serokomarê Iraqe: Tirkiye dixwaze bajarên Iraqê kontrol bike, lê ev xeyal e
    Rûsya gelek tankên T-90î sewkî Iraqê dike
    Fermandarê Iraqê ji Barzanî re nameya serkeftinê şand
    Nûçegihanê RTê li Iraqê hat desteserkirin
    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Etîketan:
    Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî, Wezîrê Parastin ê Iraqê, Elî Şemxanî, Irfan Mehmûd Elheyalî, Îran, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de