01:27 26 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Iraqê - Artêşa Iraqê

    Operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê dest pê kir

    © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê Mihemed Xizirî ragihand ku operasyona kontrolkirina Tileferê bi şêweyekî destpêkê, bi bombardûmana xalên serbazî yên DAIŞê dest pê kiriye.

    Mihemed Xizirî îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku, "Piştî bidawîbûna operasyona Mûsilê, hêzên ewlekariyê dest bi amadekariyên operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê kirine. Bo vê armancê jî balafirên şer ên Iraqê, bi piştevaniya îstîxbaratî, dest bi bombardûma xalên serbazî yên DAIŞê li nav Tileferê kirine."

    Derbarê beşdarbûna hêzên Heşda Şeibî ya operasyona Tileferê Xizirî got: "Di destpêka operasyona kontrolkirina Deşta Nînowayê de, wate ji 17-10-2016ê ve, hêzên Heşda Şeibî jî amade bûne û wan di vê heyamê de Tilefer bi temamî dorpêç kirine. Lê Fermandarê Operasyonên Nînowa General Ebdulemîr Yarella dê biryarê bide ka Heşda Şeibî beşdar bibe yan ne."

    Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê biryar daye beriya operasyona navçeya Hewîce ya Kerkûkê, operasyona Tileferê dest pê bike.

    PIRANIYA NIŞTECIHÊN TILEFERÊ TIRKMEN IN

    Tilefer 70 kîlometreyan dûrê bakûrê rojavayê Mûsilê ye û rûberê wî 28 kîlometre ye. Ev navçe 57 kîlometreyan ji sînorê Iraq, Tirkiye û Sûriyê dûr e. Li gorî amarên Wezareta Bazirganî ya Iraqê, di Mijdara 2010an de hejmara nîştecihên navçeyê 281 hezar kes bûne. Piraniya nîştecihên Tileferê tirkmen in. Piraniya van tirkmenan jî sunnî ne. herwiha kurd û ereb jî li navçeyê dijîn.

    Tilefer yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û di sala 2014ê de kete destê çekdarên DAIŞê.

    Tirkiyê gelek caran ragihandiye ku ew naxwazin Heşda Şeibî beşdarî operasyona Tileferê bibe.

    Bi heman mijarî:

    8 kes û komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ketin lîsteya toleyên NYyê
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Çavderîya Sûrîyê: DAIŞ bi tevahî ji Helebê vekişîya
    Etîketan:
    kontrolkirin, DAIŞ, operasyon, Mihemed Xizirî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de