23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Nuri el Malikî

    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 7902

    Cîgirê Serokomar û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di axaftina xwe de ragihand ku Herêma Kurdistanê nikare serxwebûna xwe ragihîne.

    Cîgirê Serokomar û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Herêma Kurdistanê referandumê bike jî nikare serxwebûna xwe ragihîne.

    Nûrî Malikî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kurdistan hem ji hêla hiqûqî û hem jî ji hêla Destûra Bingehîn nikare serxwebûna xwe ragihîne. Kurdan di referanduma Destûra Bingehîn a Iraqê de qedera xwe tayîn kirin û biryar dan ku Iraqeke federal ava bikin. Mafê wan ku her roj qedera xwe tayîn bike tineye. Dibe referandumê pêk bînin, lê Kurdistan nikare ji Iraqê veqete."

    Hêjayî gotinê ye ku Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî biryar dabû ku di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûna Kurdistanê li dar bixe.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo dadgehkirina Nûrî Malikî kampanya hat destpêkirin
    ‘Malikî hewla xwe ya li dijî referanduma Kerkûkê derxist asta herî bilind'
    Malikî: Referandûma serxwebûnê 'fitneya dabeşkirina Iraqê ye'
    ‘Nurî Malikî ji hêrsa nava xwe êrişî Kurdistanê dike'
    SHKê bersiva Nûrî Malikî da: Vaye meydan were xwe biceribîne
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Cîgirê Serokomarê Iraqê, Nûrî Malikî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de