16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Koçber - penaber - sivîl

    ‘Di operasyona Mûsilê de zêdetirî 40 hezar sivîlan can da'

    © Foto: AA/ ALİ MUKARREM GARİP
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Rojnameya The Independent di nûçeya ku zanyariyên xwe spartin daneyên îstîxbarata Herêma Kurdistanê de ragihand ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê ya Iraqê de zêdetirî 40 hezar sivîl di şer de hatine kuştin.

    Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku him di êrişên DAIŞê him jî ya Artêşa Iraqê de û di operasyonên hewayî yên bajêr de gelek welatiyên sivîl hatine kuştin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê yê berê Xoşyar Zebarê di derbarê mijarê de daxuyanî da û diyarkir ku gelek cenazeyên mûsiliyan di bin kavilan de mane.

    Operasyona kontrolkirina Mûsilê ji meha Cotmeha 2016an de vir ve dewam dike. Divê pêvajoyê de 862 hezar kes bajêr terikandin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî hefteya borî bi wesîleya serkeftina Mûsilê Artêşa Iraqê pîroz kiribû. Ji aliye din ve Fermandarê koalisyona li dijî DAIŞê Korgeneral Stephen Townsend jî eşkere kiribû ku bi temamî qewirandina DAIŞê ji Mûsilê dê çend hefte dewam bike.

    Bi heman mijarî:

    ‘20 hezar sivîl di dorpêça mirinê de ne'
    Dewlet xelkê sivîl li hemberî Pêşmerge bi çek dike
    Di şer de 9 milîtan hatin kuştin û 100 sivîl ji dorpêçê hatin rizgarkirin
    ‘200 tirkmenên sivîl hatin înfazkirin'
    Gorbaçov: Divê civaka sivîl ji bo dawîanîna rageşîya Rûsya-DYAyê bikeve tevgerê
    Etîketan:
    sivîl, operasyon, DAIŞ, Rojnameya The Independent, Heyder el Ebadî, Stephen Townsend
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de