04:17 24 Îlon 2017
Zindî
    Mûsil

    ‘Bajar kavil bû û zêdetirî 40 hezar welatî hatin kuştin'

    © AP Photo/ Felipe Dana
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 8201

    Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî di axaftina xwe de ragihand ku Polîsê Federal ê Iraqê bi hejmara kuştiyên sivîl ên bajarê Mûsilê dizane.

    Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Wezîrê Derve yê Iraqê yê berê Hoşyar Zebarî di axaftina xwe de got: "Zêdetirî 40 hezar welatiyên Mûsilê di encama bombebarana balafirên şer, topbarana hawanên herêmî ya Polîsa Federalî û nîşangirên rêxistina terorîst a DAIŞê hatine kuştin."

    Hoşyar Zebarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hê jî qurbaniyên sivîl heta niha di bin xanî û avahiyên wêranbûyî de mane. Hêzên Polîsên Federal ên Iraqê jî sedemê sereke ya wêraniya bajarê Mûsilê ye."

    Zebarî di dirêjiya axaftina xwe de behsa gendeliya nava sîstema Iraqê kir û got: "Bêrêtî û gendeliyeke mezin di nava sîstema parastin û hêzên Iraqê de heye. Bi taybetî jî di nava yekîneyên 9 û 16 yên artêşa Iraqê de."

    Bi heman mijarî:

    Wesayîtên Mad Maxê yên DAIŞê li Mûsilê hatin pêşandin
    Fermandarê Iraqî: Li Mûsilê 10 hezar DAIŞî hatin kuştin
    Rojavayê Mûsilê li ber rojnamevanan hat girtin
    Li Mûsilê şer ji nû ve gur bû
    Koalîsyon: Serkeftina Mûsilê DAIŞê xelas nake, şerekî girantir li ber me ye
    Etîketan:
    Li Mûsilê 40 hezar welatiyên sivîl hatin kuştin, Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zebarî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de