13:07 21 Tebax 2017
Zindî
    Milîtanên DAIŞê

    40 fermandarên DAIŞê bi rêya qaçaxî reviyan

    © Foto: Elheyat
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 45 0 0

    Hat ragihandin ku 40 fermandarên DAIŞê yên biyanî bi rêya qaçaxî ji bajarê Telaferê yê Iraqê ku ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin reviyan.

    Li gor nûçeya BasNewsê ku dispêre çavkanîyeke ji Asayîşa Nînowayê yê bi navê Eqîd Xalid Cowarî, roja 19ê Tîrmehê 40 fermandarên biyanî yên DAIŞê ji bajarê Teleferê yê ku ji aliyê Iraqê ve dorpêç kiriye bi qaçaxî reviyan.

    Çavkanîyê diyar kir, milîtanên DAIŞê û fermandarên wan hawlên xwe dikin daku ji bajarê Telaferê ku ji aliyê Hêzên Iraqê ve hatiya dorpêçkirin birevin.

    Cowarî destnîşan kir, ew milîtan û fermandarên DAIŞê bi beramberî pereyên didin qaçaxçiyan ji bajarê Telaferê derdikevin û ber bi welatên cîran û bi taybet Sûriyê ve direvin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Siûdî jina ku etekê kinik li xwe kiribû hat berdan
    DYA: Îran piştgira herî mezin a terorê ye
    Sebahat Tuncel dest bi gireva birçîbûnê kir
    Dadgehê bi hinceta ku ‘propagandaya PKKê' kiriye 3 sal û 9 meh ceza birî
    Barzanî bersiva Ebadî da: Em ti hêzê nas nakin ku zimanê xirab bikar bîne
    Dîroka hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin
    Demirtaş rêjeya dengê partiya xwe eşkere kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de