11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    kampa başîkayê

    Ebadî bangî Tirkiyeyê kir: Hêzên xwe ji axa me vekişînin

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 6120

    Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Ebadî bi fermî ragihand ku şerê li Musilê bidawî bûye û bang li hêzên Tirkiyeyê kir kû axa walêt terk bikin.

    Heftiya borî, Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Ebadî bi awayekî fermî li ser serkeftina şerê Musilê ya li hember DAIŞê kû zêdetirî sê sale di bin kontrola mîlîtanan de mabu, ragihand. Lê Generalê amerîkî Steven Taunsend yên kû serkêşiya opêrasiyona dijî DAÎŞ ê dikir ragihand kû paqijkirina Musilê ji mîlîtanên DAIŞê dê çend hefteyan dewam bike.

    Li gorî nûçeya Rûdawê `Serokwezîrê Iraqê banga vekişandina hêzên Tirkiyeyê ji axa Iraqê kiriye û daxuyand kû şerê Musilê bidawî hatiye`. Pêwendiyên di navbera Bexda û Enqerê di dawiya sala 2015 de piştî kû Tirkiyeyê bi hinceta alîkariya serhildêrên Îraqê di tekoşîna dijî DAÎŞê de bê destûra hikumeta Iraqê hêzên xwe yên leşkerî derbazî herêma Beşika ya nêzî Musilê kiribû, xirab bibûn. Bexdayê pir caran bang li Tirkiyeyê dikir kû hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê derxîne.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu bersiva erênî da Îranê û got: Başîka bêwate ye êdî
    Pêşmerge û artêşa Iraqê bo rizgarkirina gundên Başîka lihev dicivin
    Serokwezîrê tirk: Ez li pêvajoya kampa Başîkayê bi Ebadî re axivîm
    Li Başîkayê çûnûhatina leşkeran bal kişand
    Etîketan:
    vekişin, hêz, Haydar el-Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de