09:52 18 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Referandûm li dijî destûrê û berjewendiya Kurdan e

    © AP Photo/ Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 18 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya li paytext Bexdayê de li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku roja 25ê Îlona 2017an hatiye diyarkirin axivî û got, referandûm li dijî destûra Iraqê ye û ne li berjewendiya Kurdan e.

    Ebadî referandûm wekî hewleke li dijî destûra Iraqê nirxand û got, ‘Heke hûn dibêjin em emê encama referandûmê bi cî neyînin, gelo hûn çima referandûmê dikin? Ev referandûm ne destûrî ye.'

    'ALTERNATÎVEKÊ JI REFERANDÛMÊ RE BIBÎNIN'

    Ebadî bal kişand ser ku ew û Kurd şirîk in û nabe karekî yekalî bê kirin û wiha domand: "Pirsgirêkên nû naxwazim. Têkiliyên navbera Artêşê û Pêşmergeyan gelekî baş in û ti hesasîyet nînin. Ez bangewaziyê dikim ji referandûmê re alternatîvekê bibînin. Herêma Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye. Kurd hemwelatiyên resen in û dê wisa jî bimînin. Berjewendiya Kurdan wek beşekê mayîna di nav Iraqê de ye."

    'DEWLETÊN CÎRAN WEKÎ MESELEYA EWLEHIYA MILÎ DIBÎNIN Û MAFDAR IN'

    Serokwezîrê Iraqê metirsiyên ji bo referandûmê anîn ziman û got, "Dewletên cîran vê meselê wekî meseleyeke ewlehiya milî dibînin. Di vê de jî mafdar in. Ez hêvî dikim em hevkariya xwe berdewam bikin."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê êrîşî çayxaneyekê kirin
    ‘Ji bo plana avakirina Kurdistanê Erdogan anîbûn ser kar’
    Baroya Amedê ji bo 17 hezar kuştinên qesas nediyar komîsyon ava kir
    Ji bo jina xwe bitirsîne ‘sîstema bombê xist binê otomobîla xwe’
    Wesayîtên Mad Maxê yên DAIŞê li Mûsilê hatin pêşandin
    Pûtîn bestenî li wezîran îkram kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de