19:57 25 Îlon 2017
Zindî
    Sivîlên ku DAIŞê ew dîl girtibûn di çarçoveya operasyona Reqqayê de hatin rizgarkirin

    ‘20 hezar sivîl di dorpêça mirinê de ne'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Hat ragihandin ku ji ber dorpêça rêxistina terorîst a DAIŞê li ser navçeya Eş Şarkata bajarê Selahadîn a Iraqê 20 hezar sivîl bi mirinê re rû bi rû mane.

    Komeleya Çavdêr a Mafê Mirovan a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li rexê rojhilatê Eş Şarkatê sivîl xistine dorpêçê û kesên ku bi hêzên hikûmetê re têkiliyê datîne jî îşkenceyê li wan dike.

    Li gorî daxuyaniya komeleya çavdêr, dibe felaketeke însanî li Eş Şarkatê biqewime. DAIŞ destûr nade di dema nexweşiyê de jî sivîl alîkariya hev bikin. Sivîl ji birçîbûnê dikevin. 20 hezar welatiyên sivîl bi mirinê re rû bi rû ne.

    Rexê rojhilat ê navçeya Şarkat û 40 gundê derdorê wê hê jî di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de ye. Komeleya çavdêr bangî hikûmeta Iraq û civaka navneteweyî kir ku li rojhilatê Şarkatê bergiriyên ewlehî bigirin û ji bo rakirina dorpêçê bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî hejmara sivîlên ku li Reqayê asê mane radihand
    Di navbera leşkerên îsraîlî û sivîlên filistînî de pevçûn: 35 birîndar
    DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
    HSDê ji bo sivîlên Reqayê korîdorek vekir
    DAIŞ sivîlên li rojavayê Tebqayê topbaran kirin
    Etîketan:
    Sivîl ketina dorpêça mirinê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Şarkat, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de