01:48 24 Tîrmeh 2017
Zindî
    Mûsil - DAIŞ

    Li Hewîce û Ebasî 5 DAIŞî hatin desteserkirin

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê pênc kesên gumanbarên DAIŞê ku di derbarê wan de biryara girtinê hebû, li bajarokên Hewîce û Şaredêya Ebasî desteser kirin.

    Li gor nûçeya Rûdawê Berdevkê Asayişa Kerkûkê Ferhad Heme Elî ragihand, hêzên wan di encama lêgerîn û pişkinînê de pênc gumanbarên DAIŞê yên bi navê M.R.S, E.M.C, E.M.N, H.E.M, M.E.M ku di derbarê wan de biryara girtinê hebû, li bajarokên Hewîce û Şaredêya Ebasî desteser kirin.

    Hat diyar kir, kesên hatine desteserkirin lêgerîna Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê li gor madeya 4em a terorê li ser wan hebû, beşek ji wan milîtanên DAIŞê bûn ku destê wan di hin kar û kiryarên terorîstî yên cûr bi cûr de hebû û yên din jî şaneya nepenî ya DAIŞê bûn û zanyarî didan terorîstan.

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê bîlançoya OHALê eşkere kir
    Polîsan bi tundî mudexale li çalakiya KESKê kir
    Fermandarê Iraqê ji Barzanî re nameya serkeftinê şand
    Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be
    Lavrov: Rewşa ewlehiya li Ewropayê neasayî ye
    Cîgirê Waliyê Amedê ji FETOyê hat girtin
    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de