15:14 19 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê Pêşrmerge

    Fermandarê Iraqê ji Barzanî re nameya serkeftinê şand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 302 0 0

    Fermadarê operasyona Mûsilê Ebdulemîr Yarela, ji ber rola girîng a kontrolkirina bajarê Mûsilê, spasî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hêzên Pêşmerge kir.

    Fermadarê operasyona Mûsilê namyek ji Barzanî re rêkir ku tê de got, "Bi rêya bikaranîna xaka Kurdistanê me karî bajarê Mûsilê kontrol bikin. Alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge gelek mezin û girîng bû."

    Yarela di nameyê de wiha got: "Spasyên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê û bi serokatiya cenabê Serokê Herêmê birêz Mesûd Barzanî dikim. Herwiha Wezîrê Navxwe û Pêşmerge bi wekalet Kerîm Sincarî û birêz fermandeyên miheweran bi taybet birêz Sîrwan Barzanî û Serokerkanê Pêşmerge birêz Ferîq Cemal û hemû efser û serbazan hêzên pêşmerge ku, piştgiriya hêzên me kirin û rê dane me ku em xaka Kurdistanê bikar bînin daku hêzên me derbasî nava Mûsilê bibin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be
    Lavrov: Rewşa ewlehiya li Ewropayê neasayî ye
    Cîgirê Waliyê Amedê ji FETOyê hat girtin
    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin
    Li Tirkiyeyê rewşa awarte hat dirêjkirin
    Etîketan:
    iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de