19:00 19 Mijdar 2017
Zindî
    Tûnel

    20 milîtanên jin di binê tunelê de hatin girtin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 26440

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Mûsilê 20 milîtanên terorîst ên jin ku 3 ji wan tirk in di tunelekê de hatin desteserkirin.

    Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Swêdê de cîh girtiye, hêzên dijteror ên Iraqê piştî kontrokirina bajarê Mûsilê operasyoneke berfireh dane destpêkirin û di wê operasyonê de 20 milîtanên jin ên rêxistina terorîst a DAIŞê desteser kirin.

    Çapemeniya swêdî di nûçeya xwe de ragihand ku li ser wan jinên DAIŞî êlekên bi bombe û çek hatine girtin. Li gorî çavkaniyên hêzên dijteror ên iraqî jinên ku hatine desteserkirin 5 ji wan alman, 3 rûs, 1 çeçen, 3 tirk, 2 Kanadayî û 6ê din jî yên Lîbya û sûriyêyî ne.

    Bi heman mijarî:

    'Emîrê DAIŞê ku Mûsil dagir kiribû hat kuştin'
    Memozînî: Bexdadî dizanîbû wê Mûsil bikeve, lewma reviya
    ‘Mûsil wê beriya meha Remezanê rizgar bibe'
    Sererkanê Iraqê: Mûsil hetanî 3 hefteyan rizgar dibe
    Konaşenkov: Kesên xweşbîn jî bawer nakin ku îsal Mûsil ji DAIŞê bê rizgarkirin
    Etîketan:
    20 milîtanên jin ên DAIŞî hatin girtin, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de