20:01 25 Îlon 2017
Zindî
    Êrişa xwekujî - Bexda

    Êrişên xwekujî paytext hejand: 3 kuştî û 5 birîndar

    © REUTERS/ Khalid al-Mousily
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Li gorî zanariyên berdest, li başûrê rojhilatê Bexdaya paytextê Iraqê du teqîn çê bûn û di encama wan teqînan de 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî çavkaniyekî ji Wezareta Navxwe ya Iraqê raghand ku li bazareke xwecihî ya devera Emane li rojhilatê Bexdayê bombeke vedayî teqiya û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

    Her wiha heman çavkaniyî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku li bazareke xwecihî ya devera Nehrewanê li başûrê rojhilatê Bexdayê jî bombeke din teqiya û di encama wê teqînê de jî kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

    Wek tê zanîn piştî sala 2003an rojane li seranserê Iraqê û bi taybet bajarê Bexdayê teqîn û bûyerên tundûtîj diqewimin ku piraniya caran welatiyên sivîl di wan bûyeran dibin qurbanî.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ji bo derbeya Malîkî Bexda hişyar kir
    NY ji bo serxwebûna Kurdistanê: Divê Bexda û Hewlêr bi hev re biryarê bidin
    Bexda amadehiya xwepêşandaneke bi milyonî dike
    Wezareta Tendirûstiyê a Herêma Kurdistanê derbarê birîna dermanan, Bexda agahdar kir
    'Bexda dixwaze para dermanan a Herêma Kurdistanê qut bike'
    Etîketan:
    Li Iraqê êrişa xwekujî, Wezareta Navxweyî ya Iraqê, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de