17:37 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge li gundekî Mûsilê, 29ê Gulanê 2016.

    Fermandarê Iraqî: Li Mûsilê 10 hezar DAIŞî hatin kuştin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Fermandarê ‘Operasyona Em Hatin Nînowa’ Ebdulemîr Reşîd Yarella ragihand, di operasyona kontrolkirina Mûsilê de 10 hezar milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

    Yarella di civîna rojnamevanî de da xuyakirin, wê di demek nêzîk de operasyona kontrolkirina Teleferê destpê bike û got, heya niha di operasyona kontrolkirina Mûsilê de 10 hezar DAIŞî hatine kuştin.

    Yarella da zanîn, operasyonê 9 mehan berdewam kir û bi giştî 100 hezar leşkerên Iraqî beşdar bûn.

    Fermandarê Iraqî bal kişand ser ku di demên pêş de dê qonaxa çaremîn a operasyonan berdewam bike û armanca vê carê jî kontrolkirina Tileferê ye û got, li sînorê parêzgeha Nînowa hê jî navçeyên Eyaziyeh, Mehelebiye û Tileferê mane bin destê DAIŞê de.

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê li 17ê Cotmeha 2016an destpê kiribû û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 10ê Tîrmeha 2017an ragihandibû ku tevahiya bajarê Mûsilê hatiye kontrolkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin
    Li bajarê Şino festîvala gêlasan
    2 hêzên li Sûriyê li Idlibê bi hev ketin
    Erdogan: Navê dijminan bêjim, emê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin
    Pêşmergeyê dîl bi guhertina emîrê DAIŞê hat rizgarkirin
    Cîgirê walîyê Amedê ji FETOyê hat binçavkirin
    Dema Erdogan dipeyivî Drone ket: 7 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de