20:52 18 Mijdar 2017
Zindî
    Mûsil

    Bîlançoya şer: Nêzî 6 hezar sivîl hatin kuştin û 10 hezar avahî jî hilweşiyan

    © REUTERS/ Stringer
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di şerê bajarê Mûsilê de 5 hezar û 805 hemwelatiyên iraqî canê xwe ji dest dan û 10 hezar avahî jî hilweşiyan.

    Netewên Yekbûyî (NY) li ser şer û pevçûnên bajarê Mûsilê raportek weşand. Li gorî raportê zêdetirî 10 hezar mal û avahî hilweşiyane û di nava 4 mehên dawiyê de jî 5 hezar û 805 kesên sivîl jî li Mûsilê canê xwe ji dest dane.

    Ji aliyê din ve Wezîrê Koç û Koçberî yê Iraqê Derbas Mihemed jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji destpêka şerê bajarê Mûsilê ji 17ê Cotmeha sala 2016an heta niha 940 hezar mûsilî ji cih û warê xwe koç kirine.

    Li gorî gorî daxuyaniya Derbas Mihemed ji 940 hezar koçberên mûsilî 240 hezar jê vegeriyane malên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Rojavayê Mûsilê li ber rojnamevanan hat girtin
    Li Mûsilê şer ji nû ve gur bû
    Koalîsyon: Serkeftina Mûsilê DAIŞê xelas nake, şerekî girantir li ber me ye
    Artêşa Iraqê serkeftina xwe li Mûsilê ragihand
    Li Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî 30 kes hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Neteweyên Yekbûyî bîlançoya şerê Mûsilê eşkere kir, Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê, Derbas Mihemed, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de