08:17 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê-ala kurdan

    Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê di derbarê referandûma Kurdistanê de axivî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 42 0 0

    Balyozê Tirkiye yê li Iraqê Fatih Yildiz ragihand ku baştir e Herêma Kurdistanê di nava sînorê Iraqê de bimîne û hewla cudabûnê nede.

    Balyozê tirk Fatih Yildiz li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê axivî û got: "Baştire ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bimîne."

    Li gorî nûçeya Rûdawê Fatih Yildiz li ser pirsyareke derbarê nakokiyên Enqerê û Bexdayê derbarê hebûna baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê li Başîkê û li nav xaka Iraqê de diyar kir,ku ew bi Bexdayê re li ser hebûna hêzên wan li Başîkê li hevkirine.

    Yildiz got: "Li ser asteke bilind em bi Iraqê re rêkevtine ku hêzên me li Başîkê bimînin."

    Derbarê dema vekişandina hêzên xwe ji Başîkê de jî Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê eşkere kir ku "Piştî şerê DAIŞê, em dê derbarê vegera hêzên me ji Başîkê de li gel Iraqê gotûbêjan bikin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê li Ewropayê ye
    Berpirsê YEyê: Roja referandûma Kurdistanê rojeke dîrokî ye
    Civata Bilind a Referandûma Kurdistanê dicive
    Berdevkê NYyê: NY ne li dijî encama referandûma Kurdistanê ye
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, Rûdaw, Fatih Yildiz, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de