18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê êrişî hêzên eşîran kir

    © AP Photo/ Rased News Network via AP, File
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    DAIŞê li navçeya Germe ya wîleyeta Enbarê ya Iraqê li dijî hêza Civata Eşîran êrişa xwekujiyê pêk anî.

    Endamê Encumena Wîleyeta Enbarê Şelal Nacî ragihand, ku îro danê sibehê 2 mîlîtanên DAIŞê ketine navçeya Germe û li dijî hêza Civata Eşîran ku li Cadeya Eşrîn xala kontrolê danîbûn, êrişa xwekujiyê pêk anîne.

    Şelal Nacî diyar kir, ku 8 çekdarên hêza Civata Eşîran jiyana xwe ji dest dane û 4 çekdar jî birîndar bûne û aşkere kir ku li cihê bûyerê dengê çekan tê û dibe ku hin mîlîtanên DAIŞê alîkariya êrişkaran dikin.

    Fermandarekî Civata Eşîran a Enbarê jî diyar kir ku yek ji êrişkaran ji aliyê hêza hevbeş a artêş û çekdaran ve hatiye kuştin û li cihê bûyerê 2 çekdarên Civata Eşîran û leşkerek jiyana xwe ji dest dane û herwiha 6 çekdar û leşkerek jî birîndar bûne.

    Weke din çavkaniyeke din a li Germeyê jî destnîşan kir, ku 3 çekdarên Civata Eşîran û leşkerekî jiyana xwe ji dest dane û 7 çekdar û leşkerek jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Çavderîya Sûrîyê: DAIŞ bi tevahî ji Helebê vekişîya
    Melayê Mizgefta ‘Xîlafeta DAIŞê’: Ji ber zilmê DAIŞ ket Mûsilê
    DAIŞ ‘pasaportên cinetê’ dide
    Etîketan:
    êriş, DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de