23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Iraq

    Piştî daxuyaniya serokwezîr gel dakete kolanan

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Piştî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya rizgarkirina bajarê Mûsilê xelkê Bexdayê daketin kolanan û rizgarkirina Mûsilê pîroz kirin.

    Piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehî yên Iraqê ve xelkê Bexdayê daketin kolanan û bi coş û diruşm ev yek pîroz kirin. Li Qada Tehrîr xelk bi alan xwepêşandan kirin, diruşm, stran û sirûdên neteweyî gotin.

    Li gorî daxuyaniya Emîndariya Giştî ya Civata Wezîran a Iraqê ji ber serkeftina bajarê Mûsilê Serokwezîr Heyder Ebadî îro wek bêhnvedana fermî ragihandiye.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî du roj berê rizgarkirina tevahiya bajarê Mûsilê ragihandibû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Li Mûsilê radigihînim ku dewleta xurafeyan têk çû
    Barzanî rizgarkirina Mûsilê li Ebadî pîroz kir
    Ebadî artêşa Iraqê ji ber ‘serkeftina mezin’ pîroz kir
    Ebadî derbarê çareserkirina kêşeyên bi Kurdistanê re daxuyanî da
    Ebadî: Dewleta DAIŞê nema ye
    Etîketan:
    Pîrozbahiyên rizgarkirina Mûsilê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de