08:39 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Mûsil

    Rêxistina terorîst tola têkçûna xwe ji zarokan derxist: 7 îdam

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Li gorî daxuyaniya fermandarekî Heşdî Şebî, rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarokê Tilafer tawaneke hovane li dar xist û 7 zarok bi dar vekirin.

    Fermanderê di hêza Heşdî Şebî de Cebar Mamorî ragihand ku ji ber şikestina li Mûsilê, terorîstên DAIŞê tawanên hovane li dijî xelkê bajarokê Tileferê kirin. Duhî jî 7 zarok bi dar vekirin û laşên wan jî bi dîrekên elektrîkê ve daleqandî hiştine.

    Li gorî fermandarê Heşdî Şebî, rêxistina terorîst a DAIŞê ew tawan wek tolvedanekê li dijî malbatên wan zarokan kirine ku dixwastin ji Tilaferê birevin û biçine navçeyên ne di bin kontrola DAIŞê de.

    Wek tê bajarokê Tilaferê dikeve rojavayê Mûsilê û xelkê wê ji pêkhateyên tirkmenên şîe ne. Ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de ye. Berî demekê jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû operasyona rizgarkirina bajarokên Tilefer û Hiwêce dê demeke nêzîk de dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê tirkmen: DAIŞê li Telaferê jin û zarok jî di nav de 200 tirkmen qetil kir
    8 gundên Telaferê ji DAIŞê hat rizgarkirin
    Waliyê Telaferê yê DAIŞê hat kuştin
    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe
    Digel Tirkiyeyê jî wê milîsên şie yên iraqî di operasyona Telaferê de cih bigirin
    Etîketan:
    Fermanderê di hêza Heşdî Şebî de, Operasyona Mûsilê, DAIŞ, Cebar Mamorî, Telafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de