17:26 26 Îlon 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Ebadî: Li Mûsilê radigihînim ku dewleta xurafeyan têk çû

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî, bi fermî ragihand ku Mûsil bi temamî hatiye rizgarkirin.

    Serokwezîrê Iraqê di axaftina xwe ya li ser televizyona dewleta Iraqê de hat weşandin got, ‘Ji dilê Mûsilê serkeftinê radigihînim. Ez ji Mûsilê radigihînim ku ew dewleta li ser xurafeyan (DAIŞ) li Mûslî hatiye avakirin têk çûye.'

    Ebadî pîrozî li hêzên ewlekarîyê yên Iraqê û gel kir û spasî li dewletên ji bo têkbirina DAIŞê alîkarî dane wan kir.

    'SERKEFTINA LI DIJÎ HOVÎTÎ Û TERORÎZMÊ YE'

    Ebadî da zanîn ku serfirazîya mezin bi destê hêzên ewlekarîyê yên Iraqê, birîndar û ‘şehîdan' hatiye bidestxistin û got: "Serkeftina me li dijî hovîtî û terorîzmê hatiye. Rêberê olî Elî Sîstanî û hemû hêzên ewlekarîyê pîroz dikim û spasîyê li wan dikim. Ev serkeftin bi plan û xebata hemû Iraqîyan hatiye."

    EBADÎ BI DIRUŞMA 'BIJÎ IRAQ' DAWÎ LI AXAFTINA XWE ANÎ

    Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku li ber wan pêkanîna aramîyê, avadankirina welat û tunekirina şaneyên DAIŞê heye ku divê li ser vê mijarê jî wekî têkoşîna hatiye dayîn bibin yek.

    Ebadî li dawiya axaftina xwe alaya Iraqê ji destê fermandarekî girt û bi diruşma ‘Bijî Iraq!' hilda jor.
    Bajarê duyemînî mezin ê Iraqê Mûsil ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê îstasyona xazê ya `Xeyl` ya Humsê ji destê DAIŞê derxist
    Hikûmeta Tirkiyê pirtûka DAIŞê weşand
    Li Hindistanê ji ber brûskê 31 kes can dan
    Baydemir bertek da Erdogan: Hedê xwe bizane
    Tillerson: Dibe Tirkiye alîkariya bike ku agirbest li bakurê Sûriyeyê pêk were
    Etîketan:
    Iraq, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de