13:55 26 Îlon 2017
Zindî
    Mûsil

    ‘Li Mûsilê hezar terorîst hatin kuştin'

    © AFP 2017/ Ahmad Al-Rubaye
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Hat ragihandin ku di nava 2 mehên dawî yên operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de ji hezarî zêdetir terorîst hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, di nava 2 mehên dawî yên operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de ji hezarî zêdetir terorîst hatin kuştin û 85 wesayîtên bombebarkirî yên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rûxandin.

    Fermandarê saziya polîsan a îttîhadiyeyê General Raîd Cewdet daxuyaniya xwe ya nivîskî de û got: "Li rojavayê Mûsilê herêma Bajarê Kevin di nav du mehan da hezar milîtan hatin kuştin, 85 wesayitên bizirx, 65 wesayitên bi çek, 20 wesayitên bombebarkirî, 71 kemerên bi teqemenî hatibûn pêçan, 310 bombe û 181 moşek hatin îmhakirin."

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya 19ê Sibatê de fermana operasyona rizgarkirina rojavayê bajarê Mûsilê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê serkeftina xwe li Mûsilê ragihand
    Iraq: Em ê di çend saetan de mizgîniya şerê Mûsilê ragihînin
    Melayê Mizgefta ‘Xîlafeta DAIŞê’: Ji ber zilmê DAIŞ ket Mûsilê
    Li Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî 30 kes hatin rizgarkirin
    Medya Iraqî: Wê Ebadî li Mûsilê axaftina serkeftinê bike
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, Fermandarê polîsên îtîhadiye yê Iraqê, Raîd Cewdet, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de