09:37 24 Îlon 2017
Zindî
    Kurdên şebek

    Kurdên şebek ji ber gefên rêxistina Heşdî Şebî newêrin vegerin malên xwe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Hat ragihandin ku kurdên şebek yên herêma Mûsilê ji ber gef û tirsa rêxistina Heşdî Şebî newêrin vegerin gund û warên xwe.

    Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre K24ê kurdên şebek yên deşta Mûsilê ku ji ber êriş û şerê rêxistina terorîst a DAIŞê mal û warê xwe terikandibûn û xwe avêtibûn bextê Herêma Kurdistanê, dixwazin vegerin gund û warê xwe lê nikarin.

    Kurdên şebek niha li kampeke nahiya Berdereşê ya Duhokê ne. Hejmara wan derdora hezar û 500 malbat e. Çend kesan ji wan, ji televîzyona K24 re gotine ku gund û warê wan hatine rizgarkirin ji ber wê jî dixwazin vegerin malên xwe, lê ji tirs û xofa rêxistina Heşdî Şebî û hêzên Iraqî newêrin.

    Li gorî daxuyaniya wan ku dibêjin heta hêzên Pêşmerge derbasî wan gundan nebe û li pêşiya Heşdî Şebî çeperan nekole em venagerin. Wek tê zanîn piraniya kurdên şebek şîe ne û li deşta Mûsilê dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerên kurdên êzidî û şebek dixwazin bibin beşek ji Kurdistanê
    Nûnerê Kurdên Şebek: Bila Ala Kurdistanê li Neynowayê jî were hilgirtin
    Kurdên şebek vedigerin warên xwe
    Kurdên şebek: Gundên me di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûne du beş
    Kurdên Şebek ji NY û Herêma Kurdistanê alîkariyê dixwazin
    Etîketan:
    DAIŞ, Rêxistina Heşdî Şebî, Kurdên şebek newêrin vegerin malên xwe, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de