14:46 22 Îlon 2017
Zindî
    Mûsil

    Iraq: Em ê di çend saetan de mizgîniya şerê Mûsilê ragihînin

    © REUTERS/ Andres Martinez
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 3210

    Polîsên Fedral ên Iraqê ragihandin ku di çend saetên beriya me de dê tevahiya Mûsilê were kontrolkirin û mizgîniya serkeftina şerê Mûsilê bidin gelê Iraqê.

    Fermandarê Polîsên Fedral ên Iraqê Ferîq Raîd Şakir diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya operasyona Mûsila Kevin de li navçeyên hatine kontrolkirin lêgerîn û paqijiyan li ser îmxakirina bombeyên vedayî dikin.

    Raîd Şakir herwiha balkişande ser wê yekê ku niha rûberekê kêm maye û di saetên beriya me de ew ê mizgîniya serkeftina şerê Mûsilê dê ragihînin.

    Fermandê Polîsên Fedral got: "Di şerê çend rojên derbasbûyî de ziyanên mezin gihiştine DAIŞê. Di van rojan de 74 mîlîtan hatine kuştin û 7 mûşekên wan jî hatine desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Taxa Şîfa ya Mûsilê hat rizgarkirin
    Melayê Mizgefta ‘Xîlafeta DAIŞê’: Ji ber zilmê DAIŞ ket Mûsilê
    Medya Iraqî: Wê Ebadî li Mûsilê axaftina serkeftinê bike
    Li Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî 30 kes hatin rizgarkirin
    Iraq: Temamiya Mûsilê hat kontrolkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, ragihandin, mizgînî, Ferîq Raîd, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de