09:43 21 Îlon 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Serokomar: Bila Iraq bibe du herêman

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 117 0 0

    Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm di axaftina xwe de ragihand ku bila Iraq bibe du herêmên ji hev cûda. Herêma Kurdistanê û Herêma Iraqê.

    Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameyeke Erebîstana Siûdî de pêşniyar kir ku bila Iraq bibe du herêman û got: "Bila weke Herêma Kurdistanê û Herêma Iraqê bibe du herêm û dewlet jî weke xwe bimîne."

    Fuad Mesûm di berdewamiya axaftina xwe de asayîş û ewlehiya Iraqê nirxand û got: "Teqîn li welatên weke London, Kuweyt û Erebistana Siûdî li gelek cihan diqewimin. Li Bexdayê jî ji ber ku şaneyên grûpên terorê hene, teqîn çêdibin. Gelek grûpên ser bi DAIŞê hene, em li hember wan rû bi rû mane. Her kes bi mirinê re rû bi rû ye. Lê pêwîst e mirov di vê mijarê de tedbîra xwe pêk bîne û ewlehiya xwe dabîn bike."

    Serokomar Mesûm li ser pirsa Heşdî Şebî jî got: "Ji ber şerê ku diqewimî, Heşdî Şebî pêwîst bû. Çimku Bexda û bajarên din, di bin gefê de bûn. Divê piştî DAIŞê rewşa Heşdî Şebî were zelalkirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî artêşa Iraqê ji ber ‘serkeftina mezin’ pîroz kir
    Wezîrê Iraqê: Nirxê petrolê bilind dibe
    Herêma Kurdistanê: Em avê li ser Iraqê qut dikin
    Artêşa Iraqê mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihand kontrol kir
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Di nav çend rojan de rizgarkirina Mûsilê tê ragihandin
    Etîketan:
    Bila Iraq bibe du herêman, Heşdî Şebî, Şerê DAIŞê, Serokomarê Iraqê, Fuad Mesûm, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de