21:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Mûsilê

    Li Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî 30 kes hatin rizgarkirin

    © REUTERS/ Youssef Boudlal
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Rayedarên ewlekarîya Iraqê ragihandin ku li rojavayê Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî bi tevahî 30 sivîl hatin rizgarkirin.

    Fermandarê Polîsê Federalî yê Iraqê Şakird Cewdet li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, îro li taxa Şîfa ya Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî 30 sivîl ji alîyê hêzên wan hatine rizgarkirin.

    WÊ 5 KURDÊN ÊZIDÎ RADESTÎ MALBATAN BIKIN

    Şakird Cevdet diyar kir ku di kesên hatine rizgarkirin de 20 kes ji wan zarok in û dê êzidiyên bi navê Îsra Bereket, Esma Bereketî, Rûkîye Besam Ehmed, Îlyas Xidir û Ebas Adil ji malbatên wan re bên radestkirin.

    Hêzên Iraqê îro tevahîya taxa Şîfa ya Mûsila Kevin kontrol kir ku rayedarên leşkerî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têkçûna DAIŞê ya li Mûsilê ragihandibûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Simonyan: Me nedizanî ku Pentagon evqas newêrek e
    Konsulê nû yê Brîtanyayê li Hewlêrê dest bi kar kir
    Îranê ava ku diçe bajarên Kurdan qut kir
    Ji bo destdirêjîya li nexweşxaneya Erxenîyê lêpirsîna îdarî hat destpêkirin
    HSDê rêya dawî ya reva DAIŞê li Reqayê kontrol kir
    HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir
    Etîketan:
    Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de