01:27 26 Îlon 2017
Zindî
    Mûsil - DAIŞ

    5 ji wan fermandar 63 mîlîtanên DAIŞê hatin kuştin

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li gorî encamên dawî yên operasyona Mûsilê heta niha ji sedî 50 ji Mûsila Kevin hatiye kontol kirin.

    Navenda Ragihandinê ya Iraqê diyar kir ku heta êvara 27ê vê mehê ji sedî 50 rûberê bajarê Mûsila kevin hatiye kontrol kirin.

    Hêzên Îraqî doh kontrolkirina herdu taxên Beyz û Reîs li Mûsilê ragihandin.

    Ji aliyê din ve fermandarên Hêzên Dije Terorê yên Îraqê ragihandin ku tenê çend roj mane bo kontrolkirina tevahiya bajarê Mûsilê û fermandarê operasyona Neynewa Ebdul Emîr Reşîd Yarulah tekez kir ku tenê ji sedî 1 rûberê Mûsilê di destê DAIŞê de maye.

    Fermandarê hêzên polîsên federal li Iraqê kûştina 63 mîlîtanên DAIŞê li Mûsila kevin ragihand.

    Ferîq Raid Şakir Cewdet anî ziman ku di şerê dawî de li nava bajarê Mûsilê 63 mîlîtanên DAIŞê hatine kuştin ku 5 ji wan serkirde ne.

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyona Navdewletî hejmara mîlîtanên DAIŞê yên li Mûsilê eşkere kir
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Di nav çend rojan de rizgarkirina Mûsilê tê ragihandin
    Polîsên federalî yên Iraqê êrîşî çeperên Mûsilê yên DAIŞê dikin
    Xebatkarên Radyoya DAIŞê ya li Mûsilê hatin girtin
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Etîketan:
    kuştin, mîlîtan, DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de