02:08 21 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên artêşa Iraqê

    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Di nav çend rojan de rizgarkirina Mûsilê tê ragihandin

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 3010

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku dê di nav çend rojan de rizgarkirina tevahîya bajarê Mûsilê were ragihandin.

    Li gor nûçeya televizyona Al Sumaria, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanan da xuyakirin, "Ragihandina me ya rizgarkirina tevahîya bajarê Mûsilê meseleya çend rojên pêş e."

    Ebadî herwiha got, ew plan dikin restorasyona bajarên Nimrud û Hatra yên kevnar ku ji alîyê DAIŞê ve hatine rûxandin û minareya Mizgefta El Nûrî ku hatiye rûxandin bidin destpêkirin.

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji cotmeha sala borî ve berdewam dike û ji wê demê heta niha 862 hezar niştecihên bajêr koçber bûn.

    Niha tenê beşek ji herêma bajarê Kevin ê Mûsilê di bin kontrola DAIŞê de maye ku operasyona rizgarkirinê ya hêzên Iraqî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû serdana Celal Talabanî
    Barzanî ji Yekîtîya Ewropayê piştgirî xwest: Dijayetîyê li mafê yasayî nekin
    Li Şingalê 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin
    'Îran li dijî Tirkiyeyê derdikeve ku leşkerên xwe bişîne herêmên biewle yên li Sûriyeyê'
    Serlêdana ‘Komkûjiya Êzidiyan’ li Dîwana Dadê ya Laheyê hat qebûlkirin
    Etîketan:
    Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de