06:16 21 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî

    Serokê Parlamentoya Iraqê: Projeya perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin

    © Sputnik/ Sergey Mamontov
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 2620

    Serokê Parlamentoya Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî ji bo amadehiya referanduma Herêma Kurdistanê ragihand ku ti projeyên perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin.

    Serokê Parlamentoya Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî li Bexdayê di civîna xwe ya çapemenî de ji bo amadehiya biryara referanduma Herêma Kurdistanê ragihand ku ti projeyên perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin.

    Selîm Cibûrî di axaftina xwe de qesta biryara referanduma Kurdistanê ya 25ê Îlonê kir û got: "Di pratîkê de lidarxistina hilbijartinê di wê dîrokê de ne gengaz e. Lê hilbijartina giştî ya Iraqê wê di Nîsana 2018an de werin lidarxistin."

    Cibûrî di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa plana referanduma serxwebûnê got: "Em li dijî biryara referanduma bajarekî dernakevin, lê divê ev jî li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê be. Projeyeke perçekerina axa Iraqê nayê qebûlkirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Emîrê DAIŞê yê binavê Farsi Hesen Ebdulrehman Cibûrî hat kuştin
    Parêzbendiya Selîm Cibûrî hat rakirin
    Cibûrî li gel Ebadî civîya
    Cibûrî:‘Bila gel vegerin herêmên rizgarkirî'
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Etîketan:
    Serokê Parlamentoya Iraqê, Biryara referanduma Kurdistanê, Selîm Cibûrî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de