22:16 28 Hezîran 2017
Zindî
    Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney

    Xamaney û Rûhanî ji Ebadî xwestin, nehêle Iraq parçe bibe

    © REUTERS/ Caren Firouz
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 7622

    Serokwezîrê Iraqê di gera xwe ya Rojhilata Navîn de, piştî Erebîstana Siûdî serdana Îranê kir û bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û rêberê olî Ayetullah Elî Xamaney re civîya.

    Serokomariya Îranê li ser hevdîtinê daxuyanîyek belav kir û tê got, Ebadî û Ruhanî li ser pêwendiyên navbera Bexda-Tehran, rewşa siyasî ya Iraqê û deverê û herwiha mijara referandûma Herêma Kurdistanê bi hev re gotûbêj kirin.

    EBADÎ: HER TEVGERA DIJÎ YEKPARÇEBÛNA IRAQÊ NEYASAYÎ YE

    Di daxuyaniyê hat gotin, Ebadî di civînê de ji Ruhanî re gotiye: "Her tevgereke li Iraqê ku berevajiyê yekparçebûna welat be, neyasayî ye û nayê qebûlkirin."

    Li gor daxuyanîyê Hesen Ruhanî jî li ser heman mijarê axivî û behsa yekparçebûna xaka Iraqê kir û wiha got: "Her tevgerek ku yekîtî û yekparçebûna Iraqê lawaz bike, di berjewendiya ti kesî de nîne û nayê qrbûlkirin."

    XAMANEY: EM RÊ NADIN IRAQ PARÇE BIBE

    Li gor medya Îranê, di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê ya ligel Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney de jî behsa mijara referandûma Herêma Kurdistanê hatiye kirin û hatiye gotin ku Îran rê nade parçekirina Iraqê.

    Li gorî agahiyan Xamaney diyar kiriye, dabeşkirina Iraqê ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di bersivê de gotiye ku dabeşkirina Iraqê karekî neyasayî ye.

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Xistina balafirê û navgîna bêmirov piştgirîya eşkere ya terorîstan e
    Aliyên Rûsyayê yên ku hûn qet bi wan nizanin
    Xebatkarên Radyoya DAIŞê ya li Mûsilê hatin girtin
    Şandeya NYê bo referandûmê serdana Herêma Kurdistanê kir
    Dibe ku opozîsyona Sûrîyê di serdema veguhêz de mayîna Esad qebûl bike
    Bi wesayîta bombebarakirî êrişî avahiya hikûmetê kirin: 10 kuştî 20 kes jî birîndar bûn
    PE: Bi lezgînî muzakereyên li gel Tirkiyeyê bidin rawestandin!
    Etîketan:
    Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de