09:43 21 Tebax 2017
Zindî
    Nuri el Malikî

    ‘Malikî hewla xwe ya li dijî referanduma Kerkûkê derxist asta herî bilind'

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 5422

    Li gorî zanyariyên berdest, serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî hewlên xwe yên li dijî referandum û serxwebûna Kurdistanê xurt kiriye û dixwaze bi rêya tirkmen û kurdên nêzîkî xwe li Kerkûkê astengiyan li pêşiya referandumê derxîne.

    Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre çavkaniyên herêmê, piştî ku Nûrî Malikî dît nikare bi Heşdî Şebî û PKKê Kurdistanê perçe bike, berê xwe daye wan kurdên ku qaşo dost û nêzîkî wî ne. Malikî herî zêde bala xwe daye hinek endam û kadroyên Tevgera Goranê ji ber ku herî zêde ew dijberiya referandum û serxwebûna Kurdistanê dikin.

    Çavkanî dibêje: "Malikî vê dawiyê bi hinek endamên Tevgera Goranê li parlamentoya Iraqê re hevdîtin kiriye û bi hinekan re jî bi telefonê peyiviye û bi eşkere ji wan xwastiye ku li dijî referandumê xebat bikin û çi ji destê wan tê di vî warî de bikin."

    Li gorî agahiyên çavkanî, Malikî ji kesên li dora xwe kom kirine kesên bi hêz û desthilat jî hene û dikarin tawanan bikin û êrişî wan kesan bikin ku piştevaniya referandumê dikin. Malikî her wiha wan turkmenên Kerkûkê ku li dijî referandumê ne, gij dike da ku li pêşiya referandumê astengiyan derxînin. Malikî ji wan re gotiye ku eger referandum li bajarekî Kurdistanê bi ser nekeve wê çaxê encamên referandumê ji aliyê civaka navdewletî ve nayê pejirandin û îtibara referandumê kêm dibe.

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Referandûma serxwebûnê 'fitneya dabeşkirina Iraqê ye'
    ‘Nurî Malikî ji hêrsa nava xwe êrişî Kurdistanê dike'
    SHKê bersiva Nûrî Malikî da: Vaye meydan were xwe biceribîne
    Malikî: DYAyê peyamek da desthilatdarên herêmê
    Baziyanî gotinên Barzanî nirxand: Îhtimal heye Malikî bibe serokwezîr
    Etîketan:
    Referanduma li Kerkûkê, Serokwezîrê Iraqê yê berê, Nûrî Malikî, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de