22:14 28 Hezîran 2017
Zindî
    Li Mûsilê leşkerê Iraqî maskeya gazê bikar tîne

    Polîsan ji bo 4 kîlo zêr û pereyan hemû malbat qetil kirin

    © AFP 2017/ Ahmad al Rubaye
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 15930

    Hat ragihandin ku serbaz û 2 polîsan federal ên iraqî li taxa Şîfa ya Mûsilê ji bo 4 kîlo zêr malbata ku ji 5 kesan pêk dihat hemû qetil kirin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê serbaz û 2 polîsên federalî yên Iraqê li taxa Şîfa ya Mûsilê malbateke 5 kesî ji ber zêr û pereyên hemû qetil kirin û 4 kîlogram zêrên wê malbatê û pereyên wan ji xwe re dibin. Malbata mûsilî 3 roj berî niha ji ber şer û pevçûnan ji taxa Şîfa ya bajarê Mûsilê reviyan û xwe radestî hêzên Polîsê Federalî yên Iraqê kirin, da ku canê xwe biparêzin.

    Herwiha li wê derê serbazek leşkerî û 2 polîsên federalî yên Iraqê endamên wê malbata ji Mûsilê piştrast dikin ku dê wan bibin aliyê çepê (rojhilat) Mûsilê û dê li wê derê di ewlehiyê de bin û dê azad û tendirstî bin. Kurê mezin ê wê malbatê ku ji bûyerê rizgar bûye, Qusey Ebdo Salih behsa bûyera ku di sere wan de derbas bû kir û got: Piştî ku polîsên federalî pê hisiyan ku bi me 4 kîlogram zêr û gelek pere hene, bavê min ji jin û zarokên malbatê cuda kirin.

    Qusey Ebdo Salih di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wî serbazî û her du 2 polîsên federalî yên Iraqê 2 bira û dayika min û tevî xwîşka min a 7 salî bi otomobîleke ji curê Pick Upê ber bi çolevaniyekê ve birin û pere û zêr ji wan standine û piştre her hemû dane ber gulleyan."

    Li gorî agahiyên Qusey serbaz û herdu polîsên iraqî dayik, xwîşka wan a 7 salî di cih de canê xwe ji dest dane û her du bira jî birîndar bûne ku niha li Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Hewlêrê ne û di bin çareseriya tendirustî de ne.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    ‘DAIŞê li Mûsilê 9 caran çekên kîmyewî bikar anî’
    Sputnikê dîmenên şerê li Mûsilê parve kir
    Artêşa Iraqê piştî kontrolkirina Mûsilê operasyon dê li Enbarê bide destpêkirin
    Li Mûsilê ‘xêlî' hat qedexekirin
    Hevalê Qasim Silêmanî û berpirsê leşkerî yê Hizbullahê li Mûsilê hat kuştin
    Etîketan:
    Malbata Mûsilî ji ber zêr û pereyên xwe hatin kuştin, Qusey Ebdo Salih, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de